Kobanê..Çend taxên din hatin rizgarkirin..Rewşa sivîlan pir xirab e

Kobanê-KDP.info- Çekdarên DAIŞê navçeyeke li rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin. Herwiha hêzên kurdî çend taxên din ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.
Li gorî agahiyên nav Kobanê, îro berî nîvro çekdarên DAIŞê çend top avêtin gundê Til Şaîrê li rojavayê Kobanê û li cihên bi destê hêzêr kurdî ketin.
Hêzên kurdî li nava Kobanê pêşve diçin û çekdarên DAIŞê paşve dikşin, ku di operasyoneke hevbeş de ji aliyê Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Pêşmerge ve, 7 taxên Kobanî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Di êrişa hêzên kurdî de li nava bajêr, hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û kelupelên wan ên leşkerî ketin destê hêzên kurdî.
Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giştî berdewam in li ser lêdana çeperên DAIŞê.
Di derbarê rewşa sivîlên ku li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, di vê sermayê de gelekî xirab bûye, ku pêwîstiyên wan ên jiyanî tune ne û ew di nava otomobîlên xwe de radizên.
Sivîlên li aliyê gundê Merdesimêlê û Elîşarê li rojhilatê Kobanê bê ava vexwarinê mane û nikarin avê jî peyda bikin, ji ber ku li pişta wan çekdarên DAIŞê hene û li pêşiya wan têlên sînorê rê li ber wan digire.




