Pêşmerge li Şingalê serkeft..Bi tundî li DAIŞê dan

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ragihand ku, ji îro sibehê ve şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de berdewam dike û ziyaneke mezin gehaye DAIŞê, ku hejmarek mezin ji çekdarên wan hatine kuştin.
Qasim Dirbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Ji îro sibehê ve şerekî giran li gundê Gabara di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de berdewam dike û ziyaneke mezin gehaye DAIŞê, ku hejmarek mezin ji çekdarên wan hatine kuştin.”
Dirbo wiha got: “Di wî şerî de, çekdarên DAIŞê êriş kirin da ku destê xwe deynin ser Çiyayê Şingalê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew terorîst şikenandin û hiştin ku ji wir birevin, her wiha hejmarek ji çekdarên wan kuştin, lê ji ber ku dinya mij û baran bû hejmara kuşiyên wan nehat zanîn.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge gotina xwe wiha qedand: “Çekdarên DAIŞê şofilek ligel xwe anîbûn, da ku rê ji xwe re vekin, lê ew şofel jî, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat têkbirin.”




