Kemal Kerkûkî: Hinek ragihandin, tiştên biçûk mezin dikin û tiştê biçûk jî mezin dikin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand ku, duhî û îro ti şer li navçeya Tilwerid a Kerkûkê derneketiye û tenê ji dûr hinekî dengê çekan hat. Kerkûkê Herwiha rexne li hinek dezgehên ragihandinê girt ku tiştên biçûk mezin dikin û tiştê biçûk jî mezin dikin.
Kemal Kerkûkê Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ji KDP.info re ragihand: “Duhî û îro ti şer li navçeya Tilwerid a Kerkûkê derneketiye û tenê ji dûr hinekî dengê çekên ji corê doşke hat.”
Kerkûkî wiha got: “Her duhî 2 pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li vê deverê hatin girtin û piştî ku hatin naskirin her yekser hatin berdan û çûn cihê xwe, digotin ew jî çekdarên DAIŞê ne, lê derket ne wisa.”
Kemal Kerkûkî wiha domand: “Hinek ji ragihandina behsa wê yekê kirine ku, Telwerid ji aliyê DAIŞê ve hatiye topbarankirin, lê ew yek nerast e, ji ber ku em li wir in û li eniya şer in, her wiha îro terorîstên DAIŞê çend hawen avêtin ser çeperên me, lê Hêzên Pêşmerge jî bi doşke me bersiva wan da.”
Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê wiha got: “Mixabin hinek dezgehên ragihandinê, tiştên biçûk mezin dikin û tiştê biçûk jî mezin dikin.”




