Başîk.. Emîrê DAIŞê û 20 terorîstên din hatin kuştin

Başîk-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge û berpirsê eniya Başîk ragihand ku, şevê din di encama topbarana Hêzên Pêşmerge û lêdana balafirên şer de, emîrî nû yê DAIŞê li Başîkî û bêtirî 20 terorîstên din hatin kuştin.
Hemîd Efendî Fermandarê Hêzên Pêşmerge û berpirsê eniya Başîk ji KDP.info re ragihand: “Şevê din tevgera terorîstên DAIŞê hebû, lê Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên hevpeymaniya navdewletî bersiva wan dan û bi giranî bersiva wan dan û bi giranî li çeperên DAIŞê dan û ziyaneke mezin gehandin wan.”
Efendî wiha got: “Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, hejmarek mezin ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin ku 20 kes ji wan hatin kuştin û yek ji wan emîrê Başîkê bû.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge û berpirsê eniya Başîk wiha domand: “Hêzên Pêşmerge morale wan pir bilind e û moralê terorîstên DAIŞê têk çûye û nikarin tevgerê bikin, ji ber ber ku em wan didin ber topan.”
Hemîd Efendî gotina xwe wiha qedand: “Eger ferman ji me re bê, emê di demeke nêzîk de gellek cihên setratejîk kontrol bikin, ji ber ku nikarin xwe li ber Hêzên Pêşmerge bigrin.”




