Çiyayê Şingalê.. Şerekî giran heye

Çiyayê Şingalê-KDP.info- Berpirsê berê yê asayîşa Şingalê, ragihand ku, terorîstên DAIŞê li nêzîkî Çiyayê Şingalê êriş dikin bo têkbirina mezargehên pîroz ên kurdên êzîdî û ji vê sibehê jî şer di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de berewam dike.
Eqîd Sidîq Xurkî Berpirsê berê yê asayîşa Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Seat 06:00 sibehê, terorîstên DAIŞê li nêzîkî rojavayê Çiyayê Şingalê û bi dûriya 10 km ji gundê Gabara, êriş kir ser Hêzên Pêşmerge û heta niha jî şer berdewam dike.”
Xurkî wiha got: “Mebesta terorîstên DAIŞê bi wê êrişê bo têkdana mezargehên pîroz e, ji ber ku li wî gundî jî mezarekî din ê kurdên êzdî heye bi navê şêx hesen e.”
Berpirsê berê yê asayîşa Şingalê amaje bi wê yekê kir ku, “Terorîstên DAIŞê di wan êrişan de bi 3 otomobîlên hamer û 3 Merziye û şofelekî antî tank bi kar anîn.
Balafirên şer niha gihîştin deverê û tê çaverêkirin ku li çekdarên wan bidin.”
Tê zanîn ku, duhî jî li nêzîkî mezargeha Şerfedîn Hêzên Pêşmerge 2 êrişên DAIŞê şikandin û bi tundî bersiva wan dan.




