Kanada: Em gelekî keyfxweşin bi hevkariya di navber Kanada û kurdan de

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Kanadayê, Con Bêrd ragihand ku, ew gelek keyfxweşin bi hevkariya di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de, her wiha aşkere dike ku nêzîkî 150 hemwelatiyên Kanadayê tevlî rêkxistina DAIŞê bûne.
Con Bêrd Wezîrê Derve yê Kanadayê di daxuyaniyekê de derbarê têkiliyên di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de got: “Em gelekî keyfxweşin li hember hevkariya di navber Kanada û kurdan de û em dixwazin heman hevkarî ligel navçeyên Sunne li Iraqê jî hebe.”
Bêrd bal kişand ku, Kanada û welatên din ên rojava rastî gefa wan çekdaran tên ku tevlî rêxistinên terorîstî yên wek DAIŞê bûne û vedigerin û got: “Yasayên Kanada rê li ber vegeran wan kesan nagire.”
Wezîrê derve yê Kanadayê aşkere kir ku 145 hemwelatiyên kanadî niha li kêleka DAIŞê li Iraq û Sûriyê şer dikin.
Con Bêrd diyar kir ku berî çend salan Kanada yasayek derxist û her kesê ku ji bo cîhadê biçe derve wek tawanbar da naskirin.




