26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê: Pêşmerge hêzek destûrî ye

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu kesên ku bi çûna Pêşmerge ya bi rêya Tirkiye ne razibûn, rexne kir û ragihand ku, Pêşmerge hêzeke destûrî ye, ku hêza rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.

Mevlut Çavuşoglu duhî beşdarî televizyona CNN Turkê bû û ragihand ku derbasbûna Pêşmerge ya bi rêya Tirkiyeyê re bo Kobanê ne li dijî qanûnê ye û got, “Kesên ku rexneyan dikin, bila tezkereya ku parlamentoyê pesend kirî baş bixwînin.”

Wezîrê Tirkiyeyê anî ziman kesên ku bi çûna Pêşmerge ya bi rêya Tirkiye ne razine divê sedema wê yekê jî diyar bikin û wiha got, “Pêşmerge hêzek destûrî ye, ku hêza Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Yanî hêza ewlekariyê ye û li gorî destûra bingeh a Iraqê hatiye avakirin.”

Çavuşolu wiha domand: “Em çawa li gorî yasayên Iraqê petrolê ji Hêrema Kurdistanê dikirîn, ew hêza ewlakariyê jî li gorî wê yasayê hatiye avakirin. Me li dijî DAIŞê piştevaniya wan kir. Em di mijara perwerde û çekdarkirinê de jî alîkariya wan dikin.”
 

Nûçeyên têkildar