26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK ji lîsta rêxistinên diyarkirî tên derxistin

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP-info- Li gorî piroje yasayekê, Kongreya Amerîkayê navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji nav lîsta rêxistinên diyarkirî, derxistin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk di daxuyaniyekê de ragihand: “Kongreya amerîkî  bi fermî navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ji lîsta rêxistinên diyarkirî, derxistin.”
Brett McGurk wiha dibêje: “Ew ne biryareke dadperwerane bû, ku hejmarek mezin ji kurdan ji ber wê biryarê nikarîbûn vîzaya Amerîkayê werbigrin û serdana welatê me bikin.”
McGurk wiha domand: “Lê ev piroje yasaya nû, dê alîkar be bû wan kesan da ku bi azadî serdana welatê me bikin.”
Hat ragihandin ku, ew piroje yasaye ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re şandine, da ku ew jî îmza bike, ku tê pêşbînîkirin ku ew jî îmza bike.
Herwiha bi sedema ku navê PDK û YNKê di lîsta rêxistinên diyarkirî ya Amerîkayê de bû, her kurdekî ku ser bi wan herdu partiyan ba, nikarîbû vîzaya Amerîkayê werbigre.
 

Nûçeyên têkildar