26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelîlzad: Hewlêr bikaribe bi petrolê mûçeyê fermanberên dabîn bike, Bexda dê bi konfederaliyeta wê razî be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zelmay Xelîlzad red dike ku ji ber êrişa DIAŞê, bajarê Hewlêrê nêzîkî ketinê bûbû. Herwiha red jî dike ku alîkariyên Îranê nehiştibin DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bibe.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerqulewset de, Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê û Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Setratejîk û Navdewletî Zelmay Xelîlzad, gotinên serkirdeyê artêşa Qudis a îranî Qasim Silêmanî red kir, ku ragihandibû, Îranê bajarê Hewlêrê ji êrişên DAIŞê parast.

Xelîlzad wiha got: “Di dema êrişa DAIŞê de, Hewlêr nêzîk ketinê nebûbû, ji ber ku wê demê û niha jî Hewlêr di rewşeke normal de derbas dibe.”

Zelmay Xelîlzad wiha domand: “Eger wê demê Hewlêr nêzîkî ketinê bûbiya jî, ê ku rê li pêşiya ketina Hewlêrê girt ne Îran bû, lê belê balafirên şer bûn.”

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê da zanîn ku, “Îranê alîkariya kurdan kir, lê ne bi wî awayê mezin ê ku Qasim Sulêmanî behsa wî dike.”

Xelîlzad derbarê nakokî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ragihand: “Kurd niha hewl didin ku bi awayê konfederalî têkeliyê ligel Bexdayê bikin û ligel rêkbikevin, ku her aliyek bi xwe karê xwe birêve bibe. Eger Hewlêr bukaribe bi petrola xwe mûçeyê fermanberên xwe dabîn bike, Bexda dê konfederaliyetê jê re qebûl bike”

Nûçeyên têkildar