26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî: Awayê diyarkirina endamên Komîsyonê ne dirust bû..Nabe bi hizrekî hizbî bê avakirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku awayê diyarkirina endamên Komîsyona hilbijartinan a Kurdistanê ne dirust bû û tekez kir ku ev babet bêtir ziyanê digihîne bêgeh û navê Kurdistanê.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li nûner û serok fraksyonên tirkman û kildan û şorî û siryan û ermenî li Parlamentoya Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtinê de behsa çawaniya diarkirina endamên komîsyona bilind a hilbijartinan a Kurdistanê ji aliyê Parlamenoya Kurdistanê hatkirin û nûner û serok fraksyonên tirkman û kildan û şorî û siryan û ermenî li Parlamentoya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember awayê diyarkirina wan endamên komîsyona bilind a hilbijartinan a Kurdistanê diyar kirin. Herwiha behsa piştguhxisina xwe kirin ku çawa bê beş mane.

Hrwiha dan zanîn ku ew yek metirsiyeke xweab e û ew ji wê yekê ditirsin ku mijarên wisa d pêşerojê de dûbare bibin.

û nûner û serok fraksyonên tirkman û kildan û şorî û siryan û ermenî li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku wek parêzerê maf û daxwazên wan pêkhatên neteweyî û olî li Kurdistan û Iraqê, ku rê li pêşiya wê ekê bigre ku mafê wam bê xwarin. Hrwiha spasiya Serok Barzanî kiriin ku herdem kar ji bo mafê wan dike.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo daxwazên şanda mîhvan ragihand û tekez li wê yekê kir ku awayê diyarkirina Endamên Komîsyonê nedirust bûye û eve jî xisterû ku ev babet ziyanê bi pêgeh û nav û dengê Herêma Kurdistanê digihîne. Komîsyona Hilbijartinê damezraweyekî nîştîmaniye û nabê bi hizreke tenga hizbî muamele li gel da bê kirin û pêwîste hemû aliyek beşdariyeke xwe ya rasteqîne têda hebê û tu aliyek jî nikare cûdahiya pêkhatan nûner diyar bike.

Serok Barzanî Nûner û Serokê Fraksiyonên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan û Ermenên li Parlemena Kurdistanê ji wê yekê dilniya kir ku her wekî çawa li proseya nivîsîna destûra Iraqê da pêdagîriyê li ser çespandina mafên pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê kiriye wiha jî li palpiştîkirin û parastina mafên wan de berdewam dibê. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hemû şiyanên xwe jî ji bo gihîştina çareseriyeke guncaw rûdixe.

Nûçeyên têkildar