Nûnerên tirkman û mesîhiyan ligel Serok Barzanî dicivin

Hewlêr-KDP.info- Bi mebesta çaeserkirina aloziya Komîsyona Hilbijartina û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê, nûnerên pêkhatên tirkman û mesîhî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.
Beriya demekê, Palamentoya Kurdistanê, proje yasaya desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan û referandûmê li Herêma Kurdistanê piştî giftûgoyan, bi piraniya dengan ew piroje yasaye pesend kir.
Seroka Fraksiyona Pêşkeftin ya Tirkmanî di Parlamentoya Kudistanê de Muna Qehwecî ji KDP.info re ragihand: “Em wek pêkhatin tirkman û mesîhî berdewam in li ser baykotkirina rûniştinên parlamentoyê. Me daxwaz ji Serok Barzanî kir ku îmza li ser nave endamên komîsyonê û referandûmê neke, ji ber ku nûnerên me tê de nînin û em dest jê bernadin heta ku en serast bikin.”
Qehwecî wiha got: “Heta niha tenê Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriyê li daxwazên me dike û Serok Barzanî bi xwe wê xemê dixwe.”
Seroka Fraksiyona Pêşkeftin ya Tirkmanî wiha domnad: “Me nameyek ji Serok Barzanî re şandiye û biryar e îro ji bo çareserkirina wê aloziyê nûnerên me ligel wî bicivin.”




