Îro nûnerên ENKS û TEV–DEMê dicivin

Qamişlo-KDP.info- Îro yekemîn civîna Lêvegera Siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê lidar bikeve.
Berpirsê Îdarî yê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro pêncşemê nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) di Lêvegera Siyasî ya Kurd yekemîmn civîna xwe lidar bixin.”
Li gor ku di rêkeftina Dihokê de hatiye, Lêvegera Siyasî ya Kurd ji 30 endamî pêk tê, ji wan dê 12 endam ên ENKSê û 12 endam ên TEV–DEMê bin, her 6 endamên din jî wê ji aliyê her 24 endamên din werin hilbijartin.
Mihemed Îsmaîl wiha got: “Di wê civînê de wê li ser awayê hilbijartina her 6 endamên ji derveyî herdu aliyan bê rawestandin.”
Lêvegera Siyasî ya Kurd yek ji xalên rêkeftina Dihokê bû di navbera ENKS û TEV–DEMê de, ku bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû imzekirin.




