Desteya Mafê Mirovan: Zindanên veşartî li Kurdistanê nînin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Desteya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê red kir ku zindanên veşartî li Herêma Kurdistanê hebin û dibêje rewşa mafê mirovan li herêmê sal bi sal baştir dibe.
Mihemed Gomeşînî Berdevkê Desteya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Cihê dilxweşiyê ye ku sal bi sal ewşa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê berev baştir diçe, em jî ji ber vekirina Kurdistanê ye û agahdarbûn ji bingehên mafên mirovan, ku ew yek rasterast bandora xwe li ser bêşvebirina rewşa mafê mirovan dike.”
Gomeşînî wiha got: “Em nikarin %100 me hemû qonax derbas kirine, helbet hinek kêmasî hene, di girtîgehan de û mameleya dezgehên ewlehiyê ligel rojnamevanan de, kêm e û ne gellek e.”
Berdevkê Desteya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê red kir ku ti belgeh hebin û piştrast bikin ku zindanên veşartî li Herêma Kurdistanê hebin. “Eger kesek zindanî veşartî nas dike bila ji me re bêje ku cihê wê li çi cihî ye.”




