Di nava 3 rojên borî de 20 êrişên asmanî..5 caran li Kobanê dan

Hewlêr-KDP.info- Balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên Amerîkayê di nava 3 rojên borî de 20 êrişên asmanî li dijî çeperên DAIŞê pêk anîne.
Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî ragihand ku balafirên şerî yên hêza Amerîkayê di navbera 8 û 10ê Berfenbarê de 7 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Iraqê jî balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên Amerîkayê di heman demê de 13 caran rêxistina DAIŞê bomberan kirin.
Hat diyarkirin ku êrişên li Sûriyê hemû li nêzîkî Kobanê li dijî çeper û endamên rêxistina DAIŞê hatine pêkanin û di encama van êrîşan de jî çeperek a DAIŞê hat rûxandin û 3 çeperen din û yekîneyek mezin zerar dît.
Di nava êrîşên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de, 4 êrîş li Şingal, 3 li bajarê Qaîm, 2 li Ramadî, 2 li Mûsil, 1 li Samara û yek jî li parêzgeha Kerkûkê hatin pêkanîn ku di encamê de gelek navend, cebilxane û wesayîtên wê rêxistinê, bi balafirên şerî dan ber bombeyan.




