26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pesnê Pêşmerge da...Kerry: Pêşmergeyên Kurdistanê gellek navçe rizgar kirine

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amarîkayê John Kerry ragihand ku, operasyonên wan ligel welatên endamên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê wê berdewam bin. Herwiha pesnê Hêzên Pêşmerge jî da.

Wezîrê Derve yê Amarîkayê John Kerry di gotinekê de li Kongreya welatê xwe, got ku, “Pêwîst e Kongre piştgiriya xwe ji bo Serokê Amerîka Barack Obama nîşan bide û razî jî bibe ku ku operasyonên Amerîka ligel hevpeymaniya navdewletî dirêj bikin.”

Wezîrê Derve yê Amarîkayê John Kerry pesnê Hêzên Pêşmerge da û got:
“Hikûmeta Iraqê xwe organize dike. Pêşmergeyên Kurdistanê gellek navçe ji destê DAIŞê derxistine.”

John Kerry her wiha got ku, “Divê em bi hev re kar bikin ji bo tunekirina wê rêxistinê.”

Nûçeyên têkildar