Balafir li Kobanê bi giranî li DAIŞ dan

Kobanê-KDP.info- Çekdarên DAIŞê îro gellk topan avêtin ser Kobanê û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî bi giranî li çeperên wan dan.
Li gorî agahiyên nav Kobanê, îro li bajarê Kobanê, balafirên hevpeymaniyê 3 caran çeperên rêkxistina DAIŞê bombebaran kirin û DAIŞê jî taxên bajarê Kobanê yên di bin kontrola hêzên kurdî de topbaran kir.
Herwiha îro serê sibehê, balafiran bi giranî çeperên DAIŞê li nava bajarê Kobanê bombebaran kirin û zerer û ziyaneke mezin gihandin çekdarên DAIŞê.
Li gorî heman agahiyan, DAIŞê jî îro sibehê, gellek topên hawinan avêtin taxên di bin kontrola hêzên kurdî de.
Îro şer û pevçûnên li nav kolanên bajêr jî di navbera hêzên kurdî û DAIŞê de, kêm bûn û caran dengê çekan bilind dibû bihîstin.




