26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dilşad Şeban: Çavê Ewropa li ser xaza Herêma Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP-info- Cîgirê Serokê Komîteya Samanên Xwezayî û Enerjiyê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, di 3 salên bê de, Herêma Kurdistanê dê xazê bifroşe Ewropayê, lê wek qonaxa yekê dê wêstgehên karebayê bibin ser xazê û paşê jî xaz bî firotin.

Dilşad Şeban Cîgirê Serokê Komîteya Samanên Xwezayî û Enerjiyê li Parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ewropa venaşêre ku çavê wê li xaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê ye. Beriya demekê kunsulê Fransayê ligel me civiyan û ji me re ku çavê Ewropayê li ser xaza Kurdistanê ye ji ber ku pêwîstiya wê pê heye.”

Şeban wiha got: “Li gor agahiyên ku ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ketine destê min de, di nava 3 salên bê de, wê xaza Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bê firotin, lê wek qonaxa yekê dê wêstgehên karebayê bibin ser xazê û paşê jî xaz bî firotin.”

Wî perlamanterî wiha domand: “Herêma Kurdistanê dikare %30 ji xaza Ewropayê dabîn bike.”

Nûçeyên têkildar