26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mûçeyê Pêşmerge 200 hezar dînar zêde dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, li gorî piroje biryarkê ku niha li parlamentoyê ye û xwendina yekê jê re hatiye kirin, eger hat pesendkirin dê mûçeyê Pêşmerge 200 hezar dînar zêde bibe.

Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn ji KDP.info re ragihand: “Beriya niha Parlamentoya Kurdistanê 21 biryar derbarê Hêzên Pêşmerge derxistibû, lê ji ber qeyrana darayî, me hikûmetê nikarîbû wan biryaran bi cîh bike, lewma niha piroje biryara baştirkirina jiyana Pêşmerge hatiye pêşkêşkirin û duhî xwendina yekê jê re hat kirin.”

Herwîn da zanîn ku, “Niha xwendina yekê jiê re hatiye kirin û kengî hat pesendkirin, pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê cih bi cîh bike.”

Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê wiha got: “Ev zêdebûn tenê çareyeke heta ku qeyrana darayî bi dawî were.”

Nûçeyên têkildar