26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji tirsa Pêşmerge..DAIŞ çekên giran ji Şingalê dibe

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê ragihand ku, DAIŞ li Şingalê pir lawaz û qelis bûye û niha ji tirsa Hêzên Pêşmerge, çekên xwe yên giran li wê navçeyê nahêle û hemûyan dibe cihekî din.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê Qasim Drbo ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser çend cihekî terorîstên DAIŞê li rojavayê Şingalê û ew cih xistin destê xwe de û ziyanên mezin gehandin çekdarên DAIŞê.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “DAIŞ li sînorê navçeya Şingalê pir lawaz û qelis bûye û kêm caran êriş dikin ser me. Herwiha çekên xwe yên giran li wir nehiştine û hemû birine cihekî din.”

Dirbo da zanîn ku, “Sedema veguhestina wan çekan jî ew e ku, tirsa wan ji wê yekê heye ku Hêzên Pêşmerge êrişî wan bike, ku guman jî di vê yekê de nîne û dê were pêk anîn.”

Nûçeyên têkildar