25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî wan herdu sedemên êrişa DAIŞê ser Kurdistanê eşkere dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî wan herdu sedeman eşkere dike ku hiştin DIAŞ êrişî Kurdistanê bikin. Barzanî tekez dike ku niha ew lêkolînê dikin ku kê hişt ku DAIŞ berê xwe bide kurdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li wan Pêşmergeyên ku ji Kobanê vegeriya ne, kir û gotinek pêşkêş kir û tê de got, piştre ji me re derket ku 2 sedem bo wan êrişên ku hatin ser Kurdistanê hene:

Yekem: Proseya serxwebûna Kurdistanê û referandûmê gehiştiye qonaxeke pir pêşketî, lewma dixwestin bi rêya DAIŞê li wê piroseyê bidin. Lê helbet, sed û hezad rêxistinên mîna DAIŞê jî bên, ev prose dê berdewam be û ne mumkine ku em jê vegerin.

Sedema duyemîn jî: Erebên sunne yên navçeyên kurdistanî bûn, ku bi koratî bi dû DAIŞê ketin û digotin êdî DAIŞê dê li wan navçeyan bimîne û di wê baweriyê de bûn jî ku ewê kurdan bi ser çiya xin û li wir dev ji wan berdin, lê eger dilê wan bi me şewitîba emê li wir mabana û eger na, wê ji wir jî bera me dabana.

Serok Barzanî wiha got: Helbet ew xelet derketin, ji ber ku nizanîbûn Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dê wisa bilez bi me ve bên û alîkariya me bikin. Herwiha bawer nedikirin ku Hêzên Pêşmerge dê wisa berevaniyê bike. Eger ji wan kesên li pişt DAIŞê bê pirsîn, dibe ku pir poşman bûbin û heta DAIŞ bi xwe jî poşman bûne.

Serok Barzanî behsa şehîdbûna hejmarek mezin ji Pêşmerge û birîndarbûna wan dike, ku di parastina Kurdistanê de xwîna xwe kirine qurbanî, hevdem ji aliyê madî jî herêmê gellek ziyan dîtine, lê senga Kurdistanê çû astekê bilind, ku serok û şah û serokwezîrên welatên cîhanê wê yekê dibêjin ku Pêşmerge bi mêranî li şûna hemû cîhanê şerê terorî dike, ku ev yek jî şanazî ye tişteke ku bi hemû male dinyayê nayê kirîn.
 

Nûçeyên têkildar