26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞê waliyê xwe yê Mûsilê kuşt

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- DAIŞê waliyê berê yê Mûsilê yê bi navê Muamer Tuhle bi tohmeta diziyê û sîxorîkirinê kuşt.

Li gorî ragihandina erebî, ji ber nakokiyên hundir ên rêxistinê waliyê berê yê Mûsilê Muamer Tuhle li Mûsilê hat gullebarankirin.

Roja 3ê Kanûna îsal, Muamer Tuhle ku waliyê Mûsilê yê DAIŞê bû, li ser kar hat dûrxistin û li şûna wî Husên Cibûrî (Ebû Qalût) hat danîn. Tuhle roja 5ê vê mehê hatibû girtin.

Piştî ku waliyê berê yê Mûsilê di encama êrişa asmanî de hat kuştin Muamer Tuhle li şûna wî hatibû danîn lê ji ber nakokiyên nav rêxistinê Tule li ser kar nema.

Tuhle bi sîxoriyê, eşkerekirina planên leşkerî û ewlehî, revandin û kuştina endamên DAIŞê hatibû girtin.

Tohmeta herî mezin a ku avêtibûn stûyê Tuhle ew bû ku destê wî di kuştina “Wezîrê Şer” ê DAIŞê Rezwan Hemdûnî de hebûye.

Rezwan Hemdûnî roja 19ê Mijdara îsal bi alîkarê xwe û 6 çekdarên din ên DAIŞê ve li nêzîkî Mûsilê di encama êrişa balafirên şer de hatibûn kuştin.
 

Nûçeyên têkildar