Çînê alîkarî ji Kurdistanê re şand

Hewlêr-KDP.info- Îro 2 balafirên welatê Çînê 170 ton alîkariyên mirovî şandin Herêma Kurdistanê. Herwiha Konsulê Çîn li Kurdistanê Tan Bang Lîn ragihand ku, alîkariyên welatê wî bo Kurdistanê dê berdewam bin.
Di dirêjahiya proseya gehandina alîkariyên mirovî ji aliyê civaka navdewletî bo koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, îro welatê Çîn 2 balafir ku 170 ton alîkarî di wan de bûn, şandin Herêma Kurdistanê.
Konsulê Çîn li Kurdistanê Tan Bang Lîn ragihand ku, ew alîkarî ji 170 ton alîkariyên mirovî pêk tê. Herwiha da zanîn ku, alîkariyên welatê wî bo Kurdistanê dê berdewam bin.




