26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Emê rê li ber paketê ewlekariya civakê bigirin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Selahattin Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got ewê bi rêya meş û çalakiyan rê li ber derbaskirina paketa ewlekariya civakê li parlamentoyê bigirin. Herwiha da zanîn ku, hikûmeta AK Partiyê, Kobanê kiriye hincetek ji bo derkirina yasaya ewlekariya civakê.

Pakêta ewlekariyê ew e ku li nav Tirkiyeyê zêdetir desthilat bigihê hêzên ewlekariyê, ku niha hikûmeta AK Partiyê dixwaze li parlamentoyê bide pesend kirin.

Hevserokê HDPê  Demirtaş bo rojnameya Bugunê  ragihand ku ewê bi rêya meş û çalakiyan re rê li ber derbaskirina pakêta ewlekariya civakê  li parlamentoyê bigirin.

Di derbarê axaftinên Serokomarê Tirkiyeyê yên ku hertim HDPê tometbar dike jî, Hevserokê HDPê wiha anî ziman ku hikûmeta AK Partiyê, Kobanê kiriye hincetek ji bo derkirina yasaya ewlekariya civakê.

Li ser pêvajoya aştiyê jî, Demîrtaş bal kişand ku berdewamiya pêvajoyê, girêdayî naveroka nexşerêya Ocalan e û got, heger hikûmet di çarçoveya wê nexşerêyê de rêkeftinan qebûl neke, dê ti şansek ji bo berdewamiya pêvajoyê nemîne.
 

Nûçeyên têkildar