25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Perlementoyê: Kerkûk iraqî ye..Endamekî PDKê bersiva wî da

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li Kerkûkê got ku, nasnameya Kerkûkê bajarekî iraqî ye, lê endamekî encumena parêzgeha Kerkûkê li ser fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bersiva wî da û ew gotin red kir. Parêzgarê Kerkûkê jî ti gotin negot.

Endamê encumena parêzgeha Kerkûkê li ser fraksiyona PDKê Mihemed Kemal ji KDP.info re ragihand: “Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî îro serdana Kerkûkê kir û ligel Parêzgar Necmedîn Kerîm û serokên fraksiyonên Encumena Parêzgeha Kerkûkê û serokên eşîretan civiya. Nasnameya Kerkûkê jî alozî di wê civînê de çê kir, ew jî piştî ku Cibûrî got: “Nasnameya Kerkûkê iraqî ye.” Lê Parêzgarê Kerkûkê ti gotin negot.”

Mihemed Kemal wiha domand: “Piştre ez axivîm û min gotina wî red kir û min jê re got, nasnameya Kerkûkê kurdistanî ye. Wek mînak Hêzên Pêşmerge hatin nav Kerkûkê û wê diparêzin, eger ne ji Pêşmerge ba niha Kerkûk jî wek Mûsil di destê DAIŞ de bû. Piştre Cibûrî jî got ev yek ne mebesta min bû, û bila Kerkûk bajarekî kurdistanî be, lê Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê.”
 

Nûçeyên têkildar