Bi Serokatiya Serok Barzanî encumena Serokatiya PDKê civiya
__2014_12_09_h16m18s42__LB__2014_12_09_h19m52s25__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya. Di civînê de çendîn mijar û babetên girêdayî bi rewşa niha ya Kurdistan û deverê hatin nîqaşkirin.
Her di civînê de pirsa şerê dijî terorîstên DAIŞê, peywendiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî hatin giftûgo kirin.
Di berdewamiya civînê de jî rewşa navxweyî ya partiya demokrata Kurdistanê û kar û çalakiyên sazî û dezgehên PDKê jî hatin nîqaşkirin û di dawiya civînê de jî daxuyaniyek hate weşandin û tê de behsa naveroka civînê hate kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civînê de li ser çend xalên girîng weke , şîrove kirina rewşa giştî, peywendiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, rewşa navxweyiya Kurdistanê, peywendiyên navxweyî yên Kurdistanê, rewş, kar û çalakiyên dezgeh û saziyên PDKê û çendîn mijarên din jî bi berfirehî hatine nîqaşkirin.




