Encumena Asayîşa Kurdistanê: Ti Kurdekî Rojhilatî nehatiye girtin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje derbarê teqînên Hewlêr û Kerkûkê de ti Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê nehatiye girtin.
Piştî ku rojnameya basnews nûçeyek belav kir û behsa vê yekê kir qaşo sê Kurdên Rojhilatê Kurdistanî bi tawana encamdana teqînên Hewlêr û Kerkûkê hatine girtin, îro Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û basnews direwand.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku ev nûçeya han ti bingeheke xwe ya rastî tuneye û ti Kurdekî Rojhiatê Kurdistanê derbarê wan teqînan de nehatiye girtin û li gor encamên lêkolînan tevahiya wan kesên ku heta niha hatine binçavkirin welatiyên Iraqê ne.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê di beşeke din ya daxuyaniya han de eşkere kiriye ku di demeke kurt de piştî bidawî hatina karûbarên pêwîst yên qanûnî vê nasnameya ew tawanbarên han ji raya giştî re were eşkerekirin û em weke civata asayîşa Kurdistanê nûçeyên bi vê rengî yên neqanûnî bêyî bingeh û nerast wesif dikin.




