26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî berbijêr e bo kesayetiya sala 2014

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info-Kovara bi navûdeng a amerîkî Time navê 8 kesayetiyên cîhanê eşkere kir, ku lîsta dawî ya govarê ye bo kesayetiya sala 2014 û di nav wan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heye.
Salane Kovara Time kesekî wek kesayetiya wê salê destnîşan dike, ku serok û kesên navdar ên cîhanê hildibijêrin. Ji bo sala 2014an jî ew kes hatin diyarkirin.
Ew 8 kesayetî jî ev in: “Mesûd Barzanî” Serokê Herêma Kurdistanê, “Jack Ma” damezrênerê şirketa Elî Baba a çînî, “Tim Cook” Rêveberê Şirketa Apple, “Taylor Swift” stranbêja amerîkî, , “nexweşiya Ebola”, “Vladimir Putin” Serokê Rûsya, “Rogar Goodell” Rêveberê Xula giştî ya lîstikê ya Amerîka, “xwepêşanderên Ferguson”.
Derbadê Serok Barzanî wê govarê nivîsandiye ku, ku ji serxwebûna welatê xwe re kar dike û niha li dijî rêxistina DAIŞê şer dike.
Vê salê kovara Time Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama nexist lîsta xwe ya dawî de.

Nûçeyên têkildar