Serok Barzanî û Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka civiyan

Hewlêr-KDP.info- Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir.
Îro dûşem 08.12.2014 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir. Paşê civînek li navbera her dû aliyan de birêveçû.
Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka Lloyd Austin ev ne cara yekê ye ku serdana Serok Barzanî dike, ku li 28 meha 10an a vê salê dîsa hatibû Hewlerê û ligel Serok Barzanî civiya bû.
Wê demê Lloyd Austin pîrozbahiya serkeftinê li Serok Barzanî û li Hêzên Pêşmerge kir li eniyên şerê li dijî terorîstan û serxweşî li malbatên şehîdan jî kir.
Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka her wiha amadebûna artêşa welatê xwe bo alîkariya Hêzên Pêşmerge li hemû eniyan nîşan da.
Lloyd Austin spasiya Serok Barzanî kir li ser şandina alîkariyên leşkerî bo Kobanê.




