Nêçîrvan Barzanî: Bexda bê Kurdistanê nikare petrola Kerkûkê bifroşe
__2014_12_08_h19m5s12__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, Bexda bi bê Herêma Kurdistanê nikare petrola Kerkûkê bişîne derve. Herwiha niha li Iraq û Herêma Kurdistanê ya sereke ew e, ku çawa şerê DAIŞê bikin.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvînekê de ligel televîzyona BBC a brîtanî de ragihand: “Niha hikûmeteke nû li Bexdayê heye, Serokwezîrekî nû li wir heye. Di siyaseta me ligel Bexdayê de jî tiştên nû hene. Herwiha niha li Iraq û Herêma Kurdistanê jî karê sereke şerê DAIŞê ye.”
Derbarê firotina petrola Kerkûkê jî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Bi rastî û bi awayekî praktîkî, Bexda bê Herêma Kurdistanê nikare petrola Kerkûkê bifroşe.”
Nêçîrvan Barzanî hevdem di hevpeyvîna xwe de, behsa çawaniya rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got Herêm dê rojane 250 hezar bermîl petrol ji petrola Kurdistanê bide Bexdayê û ji petrola Kerkûkê jî 300 hezar bermîlan bide Bexdayê û li hember de Bexda dê %17 ji butceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê.




