26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Hevkariyên Brîtanya bo Pêşmerge girîng in..Pêwîstiya me bi alîkariyên bêtir heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlementoya Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de, ev şereke cîhanî ye li dijî terorîstan. Herwiha têkşikandin û jinavbirina wan metirsiyan jî pêdiviya xwe bi hewl û bersivdayîneke hevbeş heye.

Îro duşemê 8/12/2014 Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke komîteya parastinê ya Parlementoya Brîtanyayê bi Serokatiya Day Havard kir.

Di hevdîtineke de ku Konsulusê giştî yê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû rewşa Iraq, Sûriyê û metirsiyên terorîstên DAIŞê û çawetiya hişk kirina çavkaniyên serbazî û darayî yên terorîstên DAIŞê hatin nîqaşkirin.

Heyeta Berîtanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser girêdayî bûna Berîtanya bi erkên xwe di şerê dijî DAIŞê de kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa pêdiviyên hêzên pêşmerge û dabîn kirina çekên giran bo hêzên pêşmerge jî hate nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got: “Ev şereke cîhanî ye li dijî terorîstan. Herwiha têkşikandin û jinavbirina wan metirsiyan jî pêdiviya xwe bi hewl û bersivdayîneke hevbeş heye.”

Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku me berê jî gotiye û niha jî dubare dikim ku nabe ti war anjî ti cêyeke emin ji bo DAIŞê bimîne lewre lazime êrîşên asmanî bo ser terorîstan zêdetir bibin û bidomin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hevkariyên Brîtanyayê bo hêzên Pêşmerge jî bi girîng wesif kir û herwiha daxwaza hevkariyên zêdetir kir daku bi rêya wan hevkariyan terorîstên DAIŞê werin jinavbirin.

Li hember de jî şanda brîtanî eşkere kir ku tevahiya pêdiviyên Kurdistanê di nava raporta xwe de dinivîsinin û radestî berpirsên Berîtanyayê dikin.

Nûçeyên têkildar