Davutoglu: Me hemû qedexeyên li ser kurdî rakirin

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê hemû qedexeyên li ser kurdî rakiriye. Davutoglu her wiha eşkere kir ku di demeke nêzîk de Pêvajoya Aştiyê bigihê armanca xwe.
Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî AK Partiyê Ahmet Davutoglu, îro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê tevlî pêncemîn kongreya baskê Wanê yê partiya xwe bû û li wir gotine pêşkêş kir.
Davutoglu anî ziman ku wan hemû qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirine û wiha axivî: “Me hemû qedexeyên li ser kurdî rakir. Me kanalek ava kir ku 24 saetan bi kurdî weşanê dike, me mercên wê yekê jî çê kir ku êdî her kes dikare mîna welatiyekî birûmet bijî. Êdî ti kes dê li vî welatî ji ber ziman, ol û baweriya xwe neyê darizandin û biçûkkirin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û ragihand, jibilî partiyên HDP-PKK-DBP dê digel hêz û partiyên din ên kurdî jî rûnên û wiha domand: “Li pêşiya nexşerêyek heye û emê wê neşxrêkê pêk bînin û emê êdî nehêlin dayîk bigirîn. Di demeke nêzîk de Pêvajoya Aştiyê bigihê armanca xwe.”




