26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bêtirî 900 çekdarên DAIŞê li Kobanê hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şer û pevçûnên li bajarê Kobanê 80 roj derbaskirin, rêxistineke sûrî jî aşkeren kir ku di wî şerî de heta niha bêtirî 900 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gor bîlançoye Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di nava çekdarên DAIŞê de 905 çekdar hatine kuştin, ji encama bombeabaran frokeyên hevpeymanan, topbarabkirina Hêzên Pêşmerge û êrîş û berxwedana şervanên Kurd.

Di nava xelkên sivîl de jî, 27 kesên Kurd ên şehîd ketine, ji wan 17 kes li ser destê çekdarên DAIŞê canê xwe ji dest dane.

Ji şervanên opozîsyona Sûriyê jî, yên ku mil bi milê şervanên Kurd rûbirûyê DAIŞê dibin, 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Roja 16ê Îlolna bûrî, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, êrîşek birine ser herêma Kobanê û dixwazin bi temamî dagîr bikin, lê heta niha şervanên Kurd bi alîkariya şervanên opzîsyona Sûriyê û piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne di rûyê wê êrîşê de rawestin.
 

Nûçeyên têkildar