Şerekî giran li Kobanê heye..Hêzên Pêşmerge bi giranî li wan didin

Kobanê-KDP.info- Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên kurdî li nava bajarê Kobanê de hene. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî çeperên DAIŞê li wir didin ber bombeyan.
Li gorî agahiyên nava bajarê Kobanê çekdarên DAIŞê ji aliyê rojhilatê bajêr taxên di bin destê Hêzên kurdî de, topbaran dikin û Hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiva wan didin.
Herwiha li nav taxên bajêrê Kobanê, şer û pevşûn bi çekên sivik di navbera şervanên YPGê û bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji aliyê rojavayê Kobanê û çekdarên DAIŞê ji aliyê rojhilatê bajêr berdewam dike, ku hêzên kurdî bi tubdî li wan didin û ziyanên mezin digihînin wan terorîstan.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî çeperên DAIŞê li wir didin ber bombeyan, ku îro wan balafiran li ser Kobanê çavdêrî dikir û vê sibehê seat 03:00 û 05:00 li nava bajarê li 2 çeperên DAIŞê dan.
Ev 80 roj in ku çekdarên DAIŞê hewl dide ku bajarê Kobanê bixe destê xwe, lê rastî bersiveke giran ji aliyê hêzên kurdî û balafirên hevpeymaniyê tên û niha hêza wan li pir qelis bûye.




