25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê Pêşmerge DAIŞ bê hêz kirine..Bi tundî li wan dide

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Piştî şikenandina terorîstên DAIŞê li sînorê Kerkûkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, şevê din xwe nêzîkî Pêşmerge kirin, lê Pêşmerge bi tundî li wan dan û gellek çekdarên wan kuştin û birîndar kirin.

Eqîd Bapîr Şêxwesanî, Fermandarê Fewca 4 ya Lîwaya 11 ya Hêzên Pêşmerge li devera Mela Ebdula ya Kerkûkê ji KDP.info re ragihand: “Derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê li sînorê Mela Ebdulla xwe nêzîkî eniyên Pêşmerge kir, lê hêzên Pêşmerge her bilez bi tundî bersiva wan dan û karîn bera wan bidin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Tevî ku heta niha amara rast ya kuştî û birîndarên wan neketiye destê me de, lê bêtirî 7 kuştiyên wan hene û gellek çekdarên din jî birîndar bûne.”

Şêxwesanî wiha got: “Terorîstên DAIŞê hatine şikestin û ti hêza wan nemaye, lê tenê bi wan êrişan dixwazin bêjin ku ew hîna hene, lê Hêzên Pêşmerge her car bi tundî li wan didin û wan dişkînin.”
 

Nûçeyên têkildar