Mîlîsên Şîe nahêlin Kurd derbasî Sediyeyê bibin

Celewla-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Celewlayê ragihand ku, mîlîsên Şîe rê nadin kKurdan ku biçin nav bajerokê Sediyeyê, lewma Pêşmerge jî biryar dane ku rê wan mîlîsan ku derbasî nav Celewlayê bibin. Hêzên Pêşmerge hevdim rê nadin ti kesekî ji êla Kirwî ku vegerin nav Celewla ji ber ku alîkariya DAIŞê kirine.
Cîgirê Fermandarê Lîwaya 5 ya Hêzên Pêşmerge li eniya Celewla Emîd Osman Remezan ji KDP.info re ragihand: “Êla Kirwî ku li eniya Celewla alîkariya DAIŞê kirine û niha serdana Bexdayê kirine da ku piştevaniya wan bike bo veverandina xwe bo cihê xwe. Berpirsekî Artêşa Iraqê jî ji wê êlê ye û ji wan re hewl dide, lê malên wan hatine teqandin û ti kesên wan li wir namîne.”
Wek tê zanîn ku çekdarên êla Kirwî berê Celewla xistibûn destê xwe. Herwiha ji sala 2003yan ve 700 kes ji wan tevlî artêşê bibûn. Her li gorî agahiyan, d dema şerê çedarên DAIŞê ligel Hêzên Pêşmerge, wê êlê ligel DAIŞê şerê Hêzên Pêşmerge kirin.
Emîd Osman Remezan tekez kir ku, “Pêşmerge biryar daye ku bi ti awayekî rê nadin endamê wê êlê ku endamên wê êlê venegerin wê navçeyê, ji ber ku destê wan ligel DAIŞê de bû û şerê Pêşmerge dikirin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Rêkeftin hatiye kirin ku Celewla di destê Hêzên Pêşmerge de be û Sediye jî di destê hêzên artêşê û mîlîsên Şîe de bin, lewma niha ew rê nadin Kurd biçin Sediyeyê û li hember de Hêzên Pêşmerge jî biryar dane ku rê nedin wan ku derbasî Celewlayê bibin.”




