25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîhan bi rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de geşbîn e

Çavkanî: KDP.info

Asans-KDP.info- Medyaya cîhanî dibêje ku, cîhan bi rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê petrolê, geşbîn e û wê rêkeftinê bi dawîhatina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dibînin. Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî dibêje, navçe bi wê rêkeftinê aram dibe.

Rojnameya Ihsmaritime  nivîsandiye ku, Bexda û Hewlêrê bi rêya petrolê dawî bi nakokiyên xwe anîne û ev pêngav jî bandore xwe li ser pertola cîhanê dibe.

Wê rojnameyê nivîsandiye ku di 2ê meha borî de, Bexda û Hewlêr bi cidî hewl boçareserkirina nakokiyan didin û tê çaverêkirin ku ji bo pirsên din jî li hev bikin.

Malpera ALMONITOR dibêje ku, ji ber rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, cîhan geşbîn e.

Di wê rojnameyê de hatiye ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi geşbînî li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê dinere û di wê baweriyê de ye ku, ew rêkeftin bo aramiya navçeyê pêngavekî girîng e.

Ew rojname diyar dike ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dê derî li pêşiya çareserkirina hemû arîşeyan veke.
 

Nûçeyên têkildar