Çekên nû gihîştine destê Pêşmerge..Di demeke nêzîk de devera Başîk tê rizgarkirin

Başîkê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand ku, çekên nû û pêşkeftî gihîştine destê wan û îro sibehê çekdarên DAIŞê li Başîkê mijûlî veşartina termên xwe bûn, ku bêtirî 40 terorîstên wan hatibûn kuştin.
Behram Erîf Yasîn Fermandarê lîwaya 7 ya bejayî ya Hêzên Pêşmerge ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li Başîkê çekên nû yên almanî û pêşketî gihîştin destê Hêzên Pêşmerge û bi ser wan de hatin belavkirin. Niha hî Pêşmerge bi çekên xwe yên nû di rewşa amadebaşiyê de ne da ku bi tundî li DAIŞê bidin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Terorîstên DAIŞê li wê deverê bi temamî hatin şikestin û nema karin êriş bikin, li hember de, tenê duhî balafiran û Hêzên Pêşmerge li wê deverê li 7 çeperên DAIŞê dan û hemû têk birin.”
Behram Erîf Yasîn ragihand: “Di encama wan lêdanan de bêtirî 40 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û piraniya wan kuştiyan jî bi regezî ereb bûn ku xelkê Mûsil û Beac û Telefer in û vê sibehê li wê deverê mijûlî veşartina termên xwe bûn.”
Fermandarê lîwaya 7 ya bejayî ya Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Ji devera Xazir heta Bendava Mûsilê, Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û di demeke nêzîk de ew dever dê ji terorîstan bê paqijkirin.”




