26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê nûnerên xwe destnîşan kir..2 endamên PDK-Sê ne

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê piştî çend civînan, her 12 nûnerên xwe ji bo “Lêvegera Siyasî” ya hevbeş ligel TEV-DEMê destnîşan kir ku 2 endam li ber Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDKS) ketin.

Her 9 partî, rêkxistin û kesatiyên serbixwe yên encumena kurdî di civîna xwe yên duh li bajarê Qamişlo de, 12 nûnerên xwe ji bo Lêvegera Siyasî destnîşan kirin.

Ji nava her 12 nûneran, ji her patiyekê nûnerek dê bê hilbijartin û her 3 nûnerên din hatin hilbijartin.

Biryar bû her 3 nûnerên din ji nava kesatiyên serbixwe, jin û ciwanên di nava encûmenê de bên hilbijartin, lê nûnerekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDKS) di hilbijartinê de biserket. Bi vê yekê jî ew partî bû xwedî 2 nûner di Lêvegera Siyasî de.

Yek ji bendên Rêkeftina Dihokê ya di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hat îmzekirin, avakirina Lêvegera Siyasî bû ku dê ji 30 kesan pêk were û her aliyek ji wan jî dê 12 nûnerên wan tê de be. Herwiha ew 6 endamên mayî jî, dê ji aliyê wan 24 endaman bên diyarkirin.
 

Nûçeyên têkildar