Cihên nû li Kobanê hatin rizgarkirin..Pêşmerge: Emê serkeftinên bêtir bi dest bînin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, şervanên YPGê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewamin di pêşveşûnan de û niha piraniya Kobanê di destê hêzên Kurdî de ne. Herwiha da zanîn ku ti hêza DAIŞê bo berevaniyê nemaye.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Şervanên YPGê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge li Kobanê di rewşa pêşveşûnên de berdewam in, lê ji ber ku şerê nav kolanan heye, ew pêşveşûn ne bilez in, ji ber ku hêzên kurdî ziyanan nebînin.”
Mizûrî wiha domand: “Ne ji ber bihêzbûna DAIŞê em pir pêşve naçin, ji ber ku moralê wan bi yekcarî têk çûye û nema karin êriş bikin, helbet nema karin berevaniyê jî bikin, ji ber ku li her cihekî êriş bikin em wan didin ber topan.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand: “Di her pevçûnekê de, ew pir ziyanan didin û niha jî gelek termên wan di destê me de ne û hejmareke zêde ketine bin dîwarên xaniyan de.”
Emîd Şewket Mizûrî tekez kir ku, “Piştî çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, beşê herî mezin ji bajêr ket destê hêzên kurdî de û di demeke nêzîk de, emê serkeftin mezintir bi dest bînin.”
Mizûrî got: “Ew Pêşmergeyên ku nû çûne Kobanê bi moralekî bilind şer dikin û hemû selametin. Herwiha îro şemiyê me cihên nû ji destê DAIŞê rizgar bikin.”
Herwiha îro Çekdarên DAIŞê top avêtin ser bajarê Kobanî û hêzên Pêşmerge jî bi çekên giran bersiva wan dide.
Çekdarên DAIŞê 5-6 top avêtin ser cihên ku di bin destê hêzên kurdî de ne û 3 li rojavayê bajêr ketin û 2 li navenda bajêr û yek jî li sînorê Kobanî û Bakurê Kurdistanê ket.
Hêzên Pêşmerge hî bi çekên giran li çeperên DAIŞê li gundê Minazê dan, ku 3-4 km ji Kobanî dûr e.
Îro balafiran tenê carekê li başûrê Kobanî li serê kolana 48 seat 11:00 li çekdarên DAIŞê dan.




