26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê teqîn: 17 şehîd, 25 birîndar

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 17 kes cane xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê Beşê Liv û Tevgera Asayîşa Kerkûkê Îdrîs Refet ji KDP.info ragihand: “Îşev li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê ku taxa kurdan e, êrişeke xwekujî çêbû.”

Îdrîs Refet da zanîn ku di bûyerê de herî kêm 17 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji birîndaran giran e lewma îhtimala wê heye hejmara şehîdan zêdetir bibe.

Berpirsê Beşê Liv û Tevgera Asayîşa Kerkûkê anî ziman ku ew êriş li nav çayxaneyeke taxa Şorîce de çêbûye.

Li gorî Îdrîs Refet: “Zerer û ziyanek mezin gehaye otomobîl û avahiyên derdora cihê teqînê.”
 

Nûçeyên têkildar