26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge ji Kobanê vegeriyan..Hêzên kurdî ji rewşa parastinê derbasî êrişê bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêza nû ya Pêşmerge li Kobanê li şûna Hêza Kevin hat bi cîhkirin û ew 156 pêşmergeyên ku li wir bûn û hevkariya şervanên YPGê dikirin vê êvarê bi rêya balafirgeha Hewlêrê vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Fermanberekî Hêzên Pêşmerge ku ligel wan pêşmergeyan bû di daxuyaniyekê de ragihand vê sibehê hêza wan gihîşt Bakurê Kurdistanê û ji aliyê perpirsên Tirkiyê bi germî hatin pêşwazîkirin û piştre ji wir derketin û vê êvarê gihîştin balafirgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge û hejmarek berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 156 Pêşmerge bûn, ligel tîma pizîşkî ku ji 4 kesan pêk hatibû, ev zêdetirî mehekê ye ku li bajarê Kobanê bûn û li wir şerê terorîstên DAIŞê dikirin, îro bi selametî vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Duhî 150 Pêşmerge berê xwe dan Kobanê û li wir bi cîh bûn.

Derbarê gihîştina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê çalakvanê Medenî Izedîm Elî li sînorê Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Ew hêz li Kobanê li şûna hêza Kevin hatin bicihkirin.”

Berpirsê Têkeliyên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nesan ji KDP.info re ragihand: “Kobanê di nava 3 rojên borî de bi tundî dihat topbarankirin. Hewl didan ku pêşve biçin û cihên nû bixin destê xwe, wek çargoşeya Ewlehî û navenda rewşenbîrî ya bajêr û hinek taxên ser rêya Helebê jî, lê hêzên kurdî bi tundî bersiva wan dan.”

Piştî ku hêzên Pêşmerge derbasî Kobanê bûn, hevsengiya hêz hat guhertin û ji nivî zêdetir Kobanî di destê hêzên kurdî de ye.
Çûyîna hêzên Pêşmerge bo Kobanê bû sedema wê ku hêzên kurdî ji rewşa parastinê derbasî rewşa êrişê bibin û hevsengiya hêz li wir bê guhertin.
 

Nûçeyên têkildar