26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî Bi Part Û Aliyên Siyasî Yên Kurdistanê Re Civiya

Çavkanî: KDP.info

Evro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Kurdistanê, Serokê Parlementoyê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge û çendîn Rayedarên din yên Hikûmeta Kurdistanê bi Sekreter, Nuner û Rayedarên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya.

Di civîna evroyê de hevdem li gel nirxandina rewşa Kurdistan û Îraqê de  Deverê bi taybetî guhertinên heyî yên li Rojhilata Navîn de jî hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa serdana her du heyetên Amerîkayê yên ji bo Kurdistanê û civîna wan bi Serok Barzanî re jî hate kirin.

Mêjara sereke ya civîna evro nîqaş kirin û şopandina biryara Serokwezîrê Îraqê ya bo damezrandina hêza operasiyonên Dîcleyê bû.

Di vê derbarê de aliyên beşdarwan yek biyek nêrîn û ramanên xwe di vê derbarê de anîn ziman û ragihandin ku, damezrandina hêzeke wisa û bicîh kirina hêza han li Kerkûk û der dorê de bi wateya binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqêye û ev yek bi ti awayî nayê pejrandin.

Nûçeyên têkildar