Serokwezîr: Pereyên Pêşmerge ketin nav butceya Iraqê..Ev yek serkeftinekî mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hûrgiliyên rêkeftina Hewlêr û Bexda ji Encumena Wezîran re aşkere kir û ragihand ku, wan li Bexdayê dît ku ew jî li çareseriyê digerin û dizanin ku rewş hatiye guhertin û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Herwiha tekez kir ku, şanda Kurdistanê ji wan re got ewê tenê wê rêjeya ku li ser rêkeftine ku 550 hezar bermîl e, bidin Bexdayê.
Vê sibehê Encumena Wezîran bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rûnişt, ku taybet bû bi serdana şanda Kurdî bo Bexdayê û rêkeftina herdu aliyan bo çareserkirina nakokiyan.
Serokwezîrê Kurdistanê tîşik xist ser hevdîtin û civînên li Bexdayê û behsa wê ekê kir ku, “Bi awayekî giştî ew civîn erênî bûn û li Bexdayê rewşeke nû heye, ew kesên ku berê alozî derdixistin niha bi xwe erênî bûn. Civîn pir vekirî bûn û pir bi cidî em axivîn. Me dît ku ew jî li çareseriyê digerin û dizanin ku rewş hatiye guhertin û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Bi taybetî Serokwezîrê Iraqê Heydr Ebadî alîkar bû ji bo nêzîkbûnê.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ewlewiyeta me ji serî de ew bû ku em ligel Bexdayê bigihên çaresriyê, ew jî wê yekê nasdikin ku em dixwazin bigihên çareseriyê û ji hev nêzîkbûnê.”
Serokwezîr wiha domand: “Iraq di rewşeke darayî xerab d ye û rawestana şandina petrolê aloziyeke mezin jê re derxistiye, di kabîneya berê de gellek pere hatine xwerickirin, ku heta niha ne diyar e ku bi çi hatiye xerickirin? Herwiha ew rêkeftin ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo hemû Iraqê baş e. lê ne hemû xwasta me ye. Me ji wan re got emê tenê ew rêjeya ku em li ser rêkeftine ku 550 hezar bermîl e, bidin Bexdayê.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, “Ew rêkeftin dê têkeve sr yasaya butceyê bo salekê, lê me bingeheke baş danî ye. Ev 11 sal e ku em daxwaza pereyên Pêşmerge dikin û nadin, lê niha pereyên Hêzên Pêşmerge ket nav butceya Iraqê de, ev yek serkeftinekî mezin bû.”
Derbarê deynênên ku Herêma Kurdistanê li ba Bexdayê, Serokwezîr wiha got: “Hikûmeta Bexdayê bi 16 trilyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye û ev yek bi awayekî fermî ketiye raporta Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê de. Herwiha pereyên şirketên biyanî yên petrolê jî peryên xwe wernegirtine.”
Derbarê rola Hêzên Pêşmerge jî, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, “Ebadî pesnê Pêşmerge da. Bi rastî pêwîstiya Bexdayê bi Herêma Kudistanê heye, eger ew siyasta Kurdistanê derbarê petrolê nebaya, niha ne Hikûmeta Iraqê dikarî tiştekê ji Kurdistanê re bike û ne Kurdistanê jî karîbû tiştkê ji xwe re bike. Niha kar tê kirin ku petrola Kerkûkê bi boriya petrola Hrêma Kurdistanê ve bê giêdan û ji bo vê yekê karê teknîkî pêwîst e.”
Serokwezîrê Kurdistanê di wê civînê de wiha got: “Ligel destpêka sala nû dê ew rêkeftin bê bicîhanîn. Em naxwazin ji wan pereyan zêdeir xeric bikin, ku wek dahat dê ji me re bên, lewma Wezaeta Darayî dê dest bi komek çaksazî bike û dive em xerciyên xwe kêm bikin.”




