Di sê rojên borî de 18 êrişên asmanî li dijî DAIŞê

Ajans-KDP.info- Artêşa Amerikayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji 8 Tebaxa borî heta niha zêdeterî hezar êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.
Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hezar û 142 êrişên asmanî li dijî DAIŞê hatine kirin.
CENTCOMê eşkere kir ku di nava sê rojên borî de li Iraq û Sûriyê 18 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê hatine pêkanîn.
Artêşa Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî çekdar û çeperên rêxistina DAIŞê li Mûsil, Ramadî Tilefer, Şingal, El Qaim û herêma Felûceyê 11 caran hatine bombarankirin.
Hat zanin ku di encama wan êrişan de 24 wesayît, 6 avahî, 6 stare û hin yekîneyên DAIŞê hatin jinavbirin.
Di encama 14 êrîşn asmanî yên li Sûriyê jî de 25 çeperên şerî, wesayîtek û yekineyek a DAIŞê hatin têkbirin.




