26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qubad Talebanî bo KDP.info: Emê bo xwe jî petrolê bifroşin û dahata wê dê ji me re be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku, ew petrola ku ji Kerkûkê bi rêya boriya petrola Kudistanê tê şandin, serweta hemû Iraqê ye û dahata wê %17 ji Kurdistanê re dibe, lê ji bilî wan 550 hezar bermîlên ku Hewlêr û Bexda li ser wan rêkeftin, Herêma Kurdistanê dê beşek ji petrolê bi awayekî rasterast û bê Bexdayê ji xwe re bifroşe û dahata wê dê ji bo Kurdistanê be.

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ligel dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê civiya di nav wan de KDP.info jî beşdar bû û di wê civînê de behsa rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir.

Talebanî behsa serkeftina siyaseta Herêmê di ware petrolê de kir û got: “Ew danûstandin û encamên wê nîşana serkeftina siyaseta Herêma Kurdistanê ye û bi ti awayî siyaseta Kurdistanê di warê petrolê de neşkestiye.”

Çavdêrên siyasî dibêjin ku kurdan diyar kir ku, wan li Iraqê piştrast kir ku, girêbestên herêmê bi temamî deturî ne û êdî ti hencet ji Hikûmeta Bexdayê re nemaye. Bi taybetî jî ku ew rêkeftin gehişt dawî û bû serkftinek bo Herêm Kurdistanê.

Qubat Talebanî dibêje: “Eger ne ji siyaseta Kurdistanê ba niha emê bê petrol mabana û di danûstandinan de kerta petrolê di destê me de nedima.”

Petrola Kerkûkê berê bi riya Hikûmeta Iraqê dihat şandin lê niha Herêma Kurdistanê dê bi xwe petrola Kerkûkê bifroşe û Hikûmeta Iraqê jî dê %17 ji buceya Iraqê ji Kurdistanê re bişîne. Herwiha dê beşek ji butcea Wezareta Berevaniyê jî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Siyaseta Kurdistanê di warê petrolê e diyar kir ku pêwîstiya Bexdayê bi petrola Herêma Kurdistanê heye.”

Di rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çê bû, Bexda dê %17 ji butceya Iraqê ji Kurdistanê re bişîne û Herêma Kurdistanê jî dê rojane 250 hzar bermîl ji petrola Kurdistanê û 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bide bexdayê.

Derbarê pirseke KDP.info de, Talebanî wiha axivî: “Ji bilî wan 250 hezar bermîlan, heta ku ji destê me bê, emê petrolê derxînin û bifroşin û dahata wê jî dê ji me re be, ku ti pêwendiya Bexdayê pê nîne.”
 

Nûçeyên têkildar