Bêtirî 200 hezar mirov li Sûriyê hatine kuştin

Ajans-KDP.info- Saziyeke sûrî diyar kir ku di şerê navxweyî yê li Sûriyê de heta niha bêtirî 200 hezar mirov hatine kuştin. Di nav wan kuştiyan de 136.000 kes çekdar bûne, yên din jî sivîl bûne.
Serokê rewangeha ku nêzîkî dijbereya Sûriyê tê hejmartin, Ramî Abdel Rahman, diyar kir ku saziya wî ji destpêka şerê li Sûriyê di Adara 2011ê de heta niha kuştina 202.354 mirovan tomar kiriye. Di nav wan kuştiyan de 136.000 kes çekdar bûne, yên din jî sivîl bûne.
Li gor ku Ramî Abdel Rahman diyar kir, di nav kuştiyan de 37.324 çekdarên aliyên dijberiya rejîmê bûn, herwiha 22.624 çekdarên biyanî jî hatine kuştin.
Li aliyê rejîma Beşar Esed jî heta niha 44.237 leşker, herwiha 28.974 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.
Ji bilî van kesên rejîmê, 2388 çekdarên şiî yên alîgirên rejîmê yên ji Sûriyê û Libnanê, herwiha 624 çekdarên Hizbullaha libnanî jî hatine kuştin. Nasnameya bêtirî 3000 kuştiyan jî heta niha ne diyar e.




