Kunsulê Almanya: Em rol û helwesta Serok Barzanî di şerê li dijî terorê bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Kunsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Cîorc Înwîlir rol û helwesta Serok Barzanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî terorê de û hevkariya Herêma Kurdistanê bo koçberan bilind nirxand. Herwiha amadehiya xwe bo alîkariya Herêma Kurdistanê diyar kir.
Berpirsê Têkeliyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî pêşwazî li kunsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Cîorc Înwîlir kir û bi navê serkirdatiya PDKê pîrozbahî lê kir ji ber dest bi karbûna wî û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Hewramî spasiya Hikûmeta Almanya kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Kurdistanê bi taybetî di warê leşkerî û mirovî de û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bibin.
Herdu aliyan behsa rewşa îro ya Kurdistanê û rêkeftina dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Kunsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Cîorc Înwîlir rol û helwesta Serok Barzanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî terorê de û hevkariya Herêma Kurdistanê bo koçberan bilind nirxand. Herwiha amadehiya xwe bo alîkariya Herêma Kurdistanê diyar kir.
Tê zanîn ku welatê Almanyayê gellekî hevkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê kir û çek daye Kurdistanê ku ew welat piştî şerê cîhanî duyemîn yekem cara yekê ye ku çek ji dervey welatê xwe re dişîne.




