Rewşa Kobanê..Hêza nû bi selametî gihîşt bajêr

Kobanê-KDP.info- Rewşa nava bajarê Kobanî îro hinekî aramtir bû. lê şeva borî Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê bi tundî dan ber topan.
Li gorî agahiyên nav bajarê Kobanê, îro şer li Kobanê kêm bû, lê şeva borî şerekî gran li taxên rojhilatê Kobanê di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de derket.
Herwiha îro çekdarên DAIŞê derdora 10 topan avêtin ser wan deverên ku di destê hêzên Kurdî de ne.
Şeva borî çekdarên DAIŞê dixwestin otomobîleke bombekirî di nav çeperên hêzên kurdî de li rojhilatê Kobanê biteqînin, lê otomobîl berî ku bigihê armanca xwe, ji aliyê hêzên kurdî ve hatibû teqandin.
Herwiha Şeva borî Hêzên Pêşmerge jî çeperên DAIŞê li navenda Kobanê bi giranî topbaran kirin.
Derbarê pevguhertina Hêzên Pêşmerge de, Fermandarê Hêzên Pêşmerge lîwa Ebdulqehar Mecîd ji KDP.info re ragihand ku, “Şeva borî hêza pêşmerge ya nû bê ti astengî derbasî Kobanê bû û li çeperên pêşmergeyên ku ev zêdetirî mehekê li Kobanê ne, bi cî bûn.”
Lîwa Ebdulqehar Mecîd ragihand: “Hejmara wan Pêşmergeyên ku nû hatine, 150 Pêşmerge ne.”




