26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan bû xwediyê Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê îro bi piraniya dengê parlamenteran bawerî da 9 endamên Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan.

Li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê ku divê lez bê kirin di pêkanîna Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê de, îro endamên wê desteyê ku ji 9 kesan pêk tên li Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirtin.

Parlamentoya Kurdistanê îro bi piraniya dengê parlamenteran bawerî da 9 endamên Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan û Serokê Liqa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bû serokê wê desteyê.

Hêjayê gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di meha Temûza îsal de, daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku di hundirê 3 mehan de proje-yasaya Desteya Hilbijartin û Referandûmê pesend bike.

Piştî çendîn gotûbêjan, bi dengê piraniya parlamenteran ew proje-yasa hat pesendkirin.

Serok Barzanî diyar kiribû ku evna wek amadekariyekê ye da li seranserê Herêma Kurdistanê referandûm were kirin

Navê endamên ku hatine hilbiratin ev in:

Hindirîn Mihemed - Ebdulsemed Xizir - Silêman Mistefa Hesen- Îsmaîl Heme Elî- Şîrwan Zirar Nebî - Cotyar Adil - Rêzan Heme Reşîd- Nehro Selîm Hena- Sebah Kureçî

Nûçeyên têkildar