Serok Barzanî îmza kir..Helebçe bû paytexta aştiyê ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanê Hakim Azad Mela Fendî ragihand ku Serok Barzanî biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek paytexta aştiyê, îmza kir.
Hakim Azad Mela Fendî Şêwirmendê yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand ku, “Serok Barzanî biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek paytexta aştiyê, îmza kir û ew biryar piştî belavbûna wê di rojnameya Weqayî ya Kurdistanê de, dê bikeve warê bicihanînê de. Herwiha pêwîst e Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê riyên bi cîhanîna wê biryarê bi cîh bîne.”
Şêwirmendê yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanêda zanîn ku ew biryar ji aliyê manewî ve bi bandoreke mezin dibe û pêwîst e tevahiya pirsên girêdayî aştî û pêkvejiyanê li wê parêzgehê bên encamdan.
Tê zanîn ku di dawiya meha Îlonê de Parlamentoya Kurdistanê biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek paytexta aştiyê, ragihand.
Li gorî xalên biryarê, parêzgeha Helebçe dibe paytexta aştiyê ya Herêma Kurdistanê ye û konferans û civîn û merasîmên taybet bi belavkirina rewşenbîriyê û peyama pêkvejiyana aştiyane li wê parezgehê tên pêk anîn û Hikûmet jî dê salane butceyekê ji bo vê mebestê diyar bike.




